KURTEYA ROJNAMEYAN (Nivîs) – 17 Gulan 2010
17 Mayıs 2010 Pazartesi 11:17
Ruşen Çakır, îro di gotara xwe de, bal kişandiye ser siyasetmedarê kurd Orhan Doğanê gorbihûşt, û destnîşan kiriye ku Doğan, gava girtine bin çavan, polîsan lêxistiye û herî kêm 10 sal ji umrê wî dizî ne.
Xwezî Orhan Doğan sax ba (Ruşen Çakır - Vatan)
Ruşen Çakır, îro di gotara xwe de, bal kişandiye ser siyasetmedarê kurd Orhan Doğanê gorbihûşt, û destnîşan kiriye ku Doğan, gava girtine bin çavan, polîsan lêxistiye û herî kêm 10 sal ji umrê wî dizî ne. Doğan, bilêv kiriye ku Orhan Doğan, dikaribû di çareseriya pirsgirêka kurd de roleke kilît bilîsta.
Kurteyek ji gotara Ruşen Çakır wiha ye:
“(…) Kî dizane em polîsê xwedan rih niha di çi rewşê de ye. Gelo hêj dijî, heke bijî, gelo hêj pîsatiya xwe didomîne, gelo dibe ku malnişîn bibe? A rast, a girîng ew nîne ka çi hate serî an nehat serê wî. Divê pirs ev be: gelo ji kirinên xwe serbilind e, an poşman? Ez behsa wî polîsî dikim ew ê ku 2'ê Adara 1994'ê li ber deriyê TBMM'ê, di patika Parlamenterê DEP'ê Orhan Doğan girtî û ew li otomobîla polîsan siwar kirî. Meger, wê rojê, wan polîsên ew binçav kiribûn, di rê de, bi qondaran heta binecihê li Orhan xistibûne. Piştî destêwerdana amîrekî wan, vê carê jî bi dijûnan heman tevgerên xwe domandine. Aha wî wêneyî, li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd, aloztir kir û hişt ku riya çareseriyê asêtir bibe. Eynî wekî, van demên dawîn şaredarên DTP'ê ên bi kelepçeyên plastîk hatine rêzkirin. Ew jî heman fotograf e."
Hevalino netew-dewlet diqede... (Mehmet Altan - Star)
Mehmet Altan, îro, di gotara xwe de, bal kişandiye ku bi serdema zanistê re pêleke nû dest pê bûye û her ku dçe têgiha netew-dewletê bêmane dibe. Altan, xwestiye kuciwan vî fotoyê nû baş bibînin û bi bîr xistiye ku roja Şemiyê, gava ji sempozyumê vegeriyaye di balafirgehê de de manşêta rojnameya Le Monde pir bala wî kişandiye.
Beşek ji gotara Mehmet Altan wiha ye:
"(…) Le Monde, di manşê xwe de gotibû 'Yekitiya Ewropayê, dixwaze li ser butçeya welatên endam bibe xwedan gotin.'
Komsiyona YE'yê, roja 12'ê Gulanê, bi taybetî di qada Euroyê de, bo pêşxistina koordinasyona darayî û aborî hin pêşniyar kirin. Komisyona YE'yê, dixwaze, butçeya her welatê endam, berî lihevhatina di parlamentoyên neteweyî de li ber Ewropayê binirxîne û pêşniyar dike ku ev nirxandin di parlamentoyên neteweyî de li er çavan bêne girtin."
Tirkiye ya ku tirsê li dijminên xwe dibarîne! (Mustafa Karaalioğlu - Star)
Belgeyên binpêkirina mafan
17.04.2010 / 11:22:11
Her çiqas AKP bi devkî pesnê demokrasiya Tirkiyeyê bide jî bi raporan ve tê belgekirin ku binpêkirinên mafê mirovan her diçe zêde dibin. ÎHD û THÎV'ê rapor weşandin û derket holê ku jiyana hemû kesî di talûkeyê de ye
Şaxa ÎHD´ê ya Amedê rapora binpêkirina 3 mehan a li herêmê aşkere kir û diyar kir ku li herêmê di nava 3 mehan de 6 hezar û 734 kes rastî binpêkirina mafan hatin, hezar û 549 kes hatine binçavkirin û 503 kes jî hatine girtin.
ÎHD´ya Amedê, rapora binpêkirinên mafan a 3 mehan li 13 bajarên herêmê pêk hatine diyar kir. Rêveberê ÎHD´ê Parêzer Rahşan Bataray, beriya raporê diyar ku zêdebûna binpêkirina mafan gumanên wan zêde dikin. Bataray, bi bîr xist ku sala 2009´an bi binpêkirinên mafan derbas kirine. Bataray, anî ziman ku ji 14´ê nîsanê heta dawiya salê li hemberî siyasetmedarên kurd û rêxistinên sivil binpêkirina dom kir û wiha "Binçavkirin û girtinan heta mehên 2010´an a çile û sibatê dom kirin. Li gel tevahiya bêhiqûqiyên, hêj îdîaname jî nehatine amadekirin. Biryara veşartî ya li ser dosyayê didome û pêşiya darizandina bi awayekî cîdî îhlal dike."
Bataray, fikarên xwe jî anîn ziman û destnîşan kir ku operasyon û pevçûnên di rojê dawî de fikarên wan zêde dike. Bataray, da zanîn ku ji ber van pevçûnan duh jî kuştin pêk hatin û ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Bataray, da zanîn ku seranserî sînor amadekariyên operasyonan tên kirin û ev yek wan dixe nava fikaran. Bataray, fikarên xwe wiha bilêv kir: "Êrîşa li hemberî Birêz Ahmet Turk jî, bûyerek nijadî û şoven e. Ev yek jî asta ji hev qetînê radixe ber çavan."
´Baweriya dadê hejiya´
Bataray, da zanîn ku ji ber bûyer û binçavkirin zêde bûne heta niha nêzî 200 kesî ji ber bûyerên îşkenceyê serî li wan dane. Bataray, daxuyand ku kaşkirina Hatîp Kurt ê 14 salî di wîjdana însanan de birînên kur çêkiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heta niha lêkolîn derbarê kujerên Aydin Erdem, Mahsun Karaoglan û Mustafa Dag de nehatiye kirin." Bataray, bi lêv kir ku di nav 3 mehan de 6 kesan bi guleya hêzên dewletê jiyana xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne û wiha got: "Di bûyera 30´ê adara 2010´an a li Gundê Hecîxatunê ya Navçeya Ebexê ya Wan pêk hatî û Mehmet Nurî Tamçoban hatiye kuştin de jî diyar e ku hêzên dewletê êdî guleyan berdin zarokan jî"
Li girtîgeha binpêkirina mafan
Bataray, daxuyand ku li girtîgehan binpêkirina mafan hêj didome û hewldanên wan her tim ji aliyê rayedarên dewletê ve bê bersiv tên hiştine. Bataray, anî ziman ku li girtîgehan gelek girtî li ber sînorê mirinê ne. Bataray, da zanîn ku rapora Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş yê di operasyana li dijî siyasetmedarên kurd hatiye kirin de hatibû girtin de ´taluqeya jiyana wî heye´ dayî jî heye, hêj tê girtin. Bataray, destnişan kir ku li hemberî jiyan jinê mafên binpêkirinê didome û şîdeta li dijî jinê û cinayet zêdebûne.
Piştre Sekreterê Şaxa ÎHD´ê ya Amedê Burhan Zorooglu rapor xwend û diyar kir ku di pevçûnan de 11 kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne. Zoroglu, da zanîn ku bi guleya polîs û leşkeran 8 kes hatine kuştin û 30 kes birîndarbûne. Zorooglu, destnîşan kir ku bi îdîaya qeza pêk hatiye 8 kes mirine û kesek birîndar bûye. Zorooglu, anî zimam di 3 mehan de bi tevahî 6 hezar û 734 binpêkirina mafan pêk hatine û wiha got: "Ji vana hezar û 549 binçavkirin, 503 girtin, 198 îşkence û 41 kes jî rastî mudaxaleya polîsan hatin. 40 kes birîn bûn û li 929 kesan jî lêpirsîn vebû." AMED tepebeldesi21.tr.gg